Hevşaredarên Amed, Peyas, Karaz û Bismilê hatin binçavkirin

  • 09:23 21 Cotmeh 2019
  • Rojane
AMED - Polîsan Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Hevşaredara Navçeya Peyasê ya Amedê Keziban Yilmaz, Hevşaredarên Bismîlê Gulşen Ozer, Orhan Ayaz û Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier binçav kirin. 
 
Polîsan serê sibê bi ser malên Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli û Hevşaredara Navçeya Peyasê ya Amedê Keziban Yilmaz de girtin. Polîsan piştî lêgerînê hevşaredar Selçuk û Keziban  di serdegirtina malê de binçav kirin.
 
Bismil 
 
Polisan li navçeya Bismilê jî bi ser malên Hevşaredarên Bismîlê Gulşen Ozer, Orhan Ayaz de girtin û binçav kirin. Polîsan piştî li malên hevşaredaran lêgerîn kir, HevşaredarGulşen  û  Orhan  binçav kirin û birin midûriyeta polisan. 
 
Karaz
 
Polîsan hemwext bi ser mala Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier de jî girtin. Polisan piştî lêgerîna malê Nazlier binçav kirin.