Girtiya nexweş Mevlûde Başdaş nayê emeliyatkirin

  • 09:22 18 Cotmeh 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Girtiya nexweşa pençeşêrê û rapora wê ya ji sedî 86 astengdar e heye, Mevlude Başdaş, divê emeliyat bibe lê ji bo emeliyatê nahêlin, îmzeya pêwist bê avêtin.
 
Dayika Aştiyê Mevlude Başdaş a 62 salî li girtîgeha Jinan a Şakranê girtiye û nexweşa pençeşêrê ye. Emeliyata Mevludeyê tevî ku rapora wê ya ji sedî 86 astengdar e heye, ji ber sedema burokrasiyê tê taloqkirin. Kurê Mevludeyê, Mesut Başdaş diyar kir ku ji bo îmzeyekê bi rojan hem Bijîşkê Nexweşxaneya Katîp Çelebî hem jî dozgerê girtîgehê bi rojan ew mijûl kirine û ji ber vê jî rîska belavbûna nexweşiya dayika wî zêde bûye. Mesut bi lêv kir ku li şûna ku divê dayika wî niha ne di girtîgehê de bûna, ew li girtîgehê terkî mirinê kirine.
 
‘Roj bi roj nexweşî belav dibe’
 
Derbarê Mevludeyê de 4 sal û 2 meh ceza hatibû birîn û berê jî ji bo Mevlûdeyê neqla gurçikan hatibû kirin. Di heman demê de nexweşiya wê ya gurçik, dil, şekir û tansiyonê jî heye. Çavekî wê nabîne û ev 6 mehe jî xwînê vedirêşe. Ji ber xwînê vedirêşe, bi gumana bi nexweşiya jana zirav ketiye, demekê ew xistine hucreya yek kesî û ji ber vê nikarîbû li xwe binêre, îhtîmala ku nexweşiya wê belav bûye heye. Tevî ku Mevlûdeyê meheke di nexweşxaneyê de ye, hîna emeliyat nebûye û roj bi roj nexweşiya wê giran dibe.
 
‘Tevî zagonan nehat tahliyekirin’
 
Metîn ku ji bo dayika xwe ya ku Kurdî diaxive wergerê jî dike, diyar kir ku dema çûye hevdîtinê, ji bo emeliyatê îmze pêwist bûye lê pê nedane avêtin û got:"Ji bo îmze bê avêtin, em ji bo hevdîtinê dan sekinadin. Malbata me li Amedê ye û Mevlûde li vir terkî tenêbûnê hatiye kirin. Me ji bo tahliyeyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê, wezareta dadê û saziya înfaza cezayê daye lê hemû serlêdan bê encam mane.”