Malbatên Cizîrê: Çareserî li ber deriyê dewletê ye

  • 09:33 10 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê, polîs her carî diçin malên malbatan nerehet dikin û ji wan re dibêjin ji bo zarokên xwe yî tev li nav PKK’ê bûne biçin ber avahiya HDP’ê ya Amedê. Malbatên Cizîrê anîn ziman ku ger çareserî ligel HDP’ê bûya dê ev pirsgirêk çareser bûna û wiha gotin: “Çareserî ne li ber avahiya HDP’ê ye. Çareserî li ber deriyê dewletê ye.”
 
Çalakiya hin malbatên ku angaşt dikin zarokên wan bi darê zorê derxistine ser çiya ya li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê berdewam dike. Li navçeya Cizîr a Şirnexê polîs çûne hin malan û ji malbatan re xwestine biçin ver avahiya HDP’ê ya Amedê tevlî malbatên ku dibêjin “HDP’ê zarokên wan biriye çiyê” bibin. Çend roj berê  polîsên sivîl ku çûn malên malbatan zarokên wan tevlî PKK’ê bûne û  malbatan hin nerehet dikin.
 
‘Biçe ber avahiya HDP’ê ya Amedê rûnê’
 
Polîs çûn malbata Heznî Aslan e jî. Heznî, bi lêv kir ku polîs çend care bi rêya telefonê lê digere dibêjin were emniyetê û wiha got: “Hatibûn mala min lê ji ber ku ez ne li malê bûm vegeriya bûn çûbûn. Lê piştre çend caran li min geriyan û her carî ji min re gotin tu musaîdî em bi ve re biaxivin. Lê min her carî bersiva neyînî da. Ji min re gotin ‘tu dayika Muhammetî’, min got belê û min telefon girt. Piştre roja din dîsa min bi rêya telefonê geriyan û gotin ‘yasa dewletê ya poşmaniyê heye. Zarokan we dixwazin bila bên teslîm bibin.’ Lê min her carê dîsa telefonê girt. Lê beriya çend rojan polîs hatibûn malê û bi keça min re axivîne. Piştre keça min bang bavo xwe kiriye û bi hevjînê re min re jî axivîne. Polîs her carî tên mala me û me nerehet dikin. Çend caran bang me kirin gotin werin emniyetê lê belê em neçûn. Min re teklîf kirin gotin biçe ber avahiya HDP’ê ya Amedê rûnê û dewa zarokê xwe bike.” 
 
‘Cihê min li ber deriyê dewletê ye’
 
Heznî, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku cihê wê ne li ber avahiya HDP’ê ya Amedê ye û wiha domand: “Cihê min li ber deriyê dewletê ye. Ger ku pir  dixwazin ji dayikan re bibin alîkar û derdê wan derman bikin ev 4 sal in cenazeyê keça xwe Hacer digerim. Bila cenazeyê keça min ji min re bibînin û bînin. Di dema şerê qedexeya derketina kolanan a Cizîrê de di jerzemînan de hat qetilkirin. Çima ji bo cenaze alîkariya min nakin? Nila li ser wan cinazeyan tokî yan çêkirine. Çareserî ne li ber deriye partiyane. Li ber deriyê dewletê ye. Ger ku van pirsgirêkan HDP’ê bikaribûya çareser bikira em ê biçûna HDP’ê. Her wiha polîsan çûne li gel malbatên dinê jî û ji  wan re jî heman tiştî gotine.”
 
‘Çareserî li ber deriyê dewletê ye’
 
Heznî, di dawiya axaftina xwe de bang dayikên ku li ber avahiya HDP’ê ya Amedê rûniştine kir û ev tişt got: “Çereserî ne li ber avahiya HDP’ê ye, çareserî li ber deriyê dewletê ye. Partî zarokên tu kesî naşîne çiyê. Hemû bi vîn û biryara xwe ve diçin. Ew malbat çareseriyê cihê şaş digerin. Bila çavên xwe baş vekin û bibînin ku çareserî ligel dewletê ye”
 
‘Hûn jî biçin tev li çalakiyê bibin’
 
Malbata ku nexwest navê xwe aşkere bike, got polîsan ji wan re gotiye: "Polîs hatin mala me û ji me re gotin hûn jî biçin tev li çalakiyê bibin. Eger hûn biçin wir mesrefên we çi bin em ê bibin. Çi hewce be em ê bikin. Em ê kar jî bidin we. Elbet me daxwaza polîsan qebûl nekir. Çareserî ne li ber avahiya HDP’ê ye. Ger ku çareseriyê dixwazin bila vê şerê demildest bi dawî bikin. Em jî dibêjin çareserî li ber deriyê dewletê ye."